Bohemya
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bohemya (bi çekî: Čechy, bi almanî: Böhmen) navê herêmeka navenda Ewropayê ye ko nêzî 2 li ser sêya Çekyayê ya niha vedigirit. Bi pênaseka dîrokî, hindek caran Bohemya ji hemî herêmên xelkê çekî re dihate gotin. Bi vî awayî, Bohemya deverên Moravya û Sîlesyaya Çekî jî vedigirit.
Rûbera Bohemyayê 52.750 km² in û hêşeta wê jî 6,25 milyon kes in (hêşeta tevaya komarê 10,3 milyon kes e). Almanya li aliyê bakurê rojava, rojava û başûrê rojava hevsiya Bohemyayê ye. komara Polonyayê hevsiya bakurê rojhilatê, herêma Moravya ya Çekyayê hevsiya rojhilatê û Awistriya jî hevsiya başûrî ye.