Bîngol (bi tirkî: Bingöl) parêzgeheke bakurê Kurdistanê ya di hundirê sînorên Tirkiyeyê de ye. Serbajarê parêzgehê Çewlîg e. Parêzgeh berî sala 1945an wekî parêzgeha Çapakçurê (bi ermenî: Ճապաղջուր, lit. av belav bû) dihat nasîn û navê wê dû re wekî parêzgeha Bîngolê hat guherandin.[1] Rûbera wê 8.003 km2 û nifûsa wê 282.556 (2022) ye.[2] Parêzgeh 11 şaredarî, 325 gund û 693 gund dihewîne.

Agahiyên Praktîk Welat, Dûgel ...
Parêzgeha Bîngolê
Bingöl
Koda parêzgehê: 12
Thumb
Nexşeya navçeyan
Thumb
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Çewlîg
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 256.091 kes
Rûerd 8.253 km2
Berbelavî 31 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 8 navçe
Hejmara bajarokan 13 bajarok
Hejmara gundan 317 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 426
Bigre

Bajarê Gençê di sala 1925an de bû qada serhildana Şêx Seîdê Kurd û di dema serhildanê de piraniya herêmê ji aliyê serhildêran ve hat girtin.[3]

Erdnîgarî

Gola Çewligê ya herî mezin gola Bahrî ye. Çiyayên sereke yên parêzgeha Bîngolê Çiyayên Genç, Çiyayên Akçara, Çiyayên Şerafettîn û Çiyayên Çewlikê ne.[4]

Îklîm

Ji ber bilindahiya Çewligê û bi hewaya hênik û şil a ku ji bakur tê, ev der havînan germ û zivistanan sar e. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li parêzgeha Çewlikê germahiya navencî ya salane 12,1 pile ye, barîna baranê ya salê 873,7 mm, rojên ku berf dibare 24,5 roj in û rojên sermayê jî 94,1 roj in.[5]

Gelhenasî

Pirraniya nifûsê ji kurdan pêk tê û parêzgeh beşek ji Kurdistana Tirkiyê tê hesibandin.[6] Nifûsa gel bi piranî sunnî ne, muhafezekar in û gelek bi fermana Neqşîbendî girêdayî ne.[7] Her wiha li parêzgehê hindikahiyeke girîng a elewî heye. Ji aliyê zimanî ve, herêmên başûrê parêzgehê bi zazakî, yên bakur jî kurmancî diaxivin. Gelek zazaaxêv bi kurmancî jî dizanin.

Bajarok

  • Sîwan (Servi) girêdayî Darahênê

Dîrok

Asîmîlasyon û tirkkirin

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[8], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[9] Bi vî havî Bîngol di sala 1936an de di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Erdnîgarî

Giravên gerok

Thumb
Giravên gerok

Giravên gerok an giravên avjênîker pêkhateyeke bi xwezayî ye ku li navçeya Bongilanê ya parêzgeha Çewlîgêne. Giravên Gerok li ser gola Quling a li gundê BaxikêBongilanê bi awayeke xwezayî çêbûne û bi salan ebala geştyaran dikişînin.

Giravên gerok wek bedewiyeke nuwaze ya Çewlîgê tê dîtin. Ji ber ku bi temamî xwezayî ye, hem ji bajarên cuda yên welêt hem jî ji derveyî welat mirov berê xwe didin vê derê. Geştyar herî zêde di demsalên biharê de berê xwe didin van giravan.

Çavkanî

Bîblîografî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.