Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Bilind Mihemed di sala 1968an de li Duhokê hatiye dinê. Ew helbestvan û rojnamevan e.
Bilind Mihemed | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1968an (56 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Herêma Kurdistanê, Îraq |
Pîşe | Rojnameger, helbestvan, romannivîs, wergêr |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Wî ji rewşa aloza wî demî xwandina seretayî li çend cihên cuda cuda li seranserî parêzgehê biriye ser û navincî û amadeyî li Sêmêlê xwandiye. Peymangeha melbendî ya mamostayan li Duhokê bi dawî aniye.
Di sala 1985an de bi destên rejîma be's a ji navçûyî û bi egerên hindê ku peywendî digel rêkxistinên siyasî hebûn hatiye girtin û bi 10 salan hatiye zindankirin û bo girtîgeha Ebuxirêbê li Bexdayê hatiye rewanekirin ku mehkumiya xwe li wê derê bibe ser.
Helbet di demê mana wî de li kunc û zindanên tarî ve ku bo demê salekê hatibû berzekirin û tu kesan deng û behsên wî nedizanîn, li demî ketibû jêr eşkence û azardaneke herî giran û bi êş.
Despêka wî ya nivîsînê ji qonaxa pêncê seretayî vedigere ku wî demî hinek reş nivîsên sade û pir zaroktî dinivîsandin û ji bo radyoya Bexdayê ya pişka kurdî diweşandin. Ev name nivîsîne ji bo wî bibû rêkek ku helbestê di pişt re binivîsîne û êkemîn helbesta xwe jî li sala 1980î weku sinêlekî ji evîna welatî pir helbesta xwe derêtiye.
Di sala 1989an de wî li rojnameya Hewkarî yekemîn berhema xwe belav kiriye. Di sala 1992an de ew bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê (Êketiya Nivîserên Kurd - Tayê Dihokê). Wî li derxistina kovara Tîroj beşdarî kiriye.
Di 2012an de sernivîskarê kovara Nûbûn e û li rojnameya War jî kar dike.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.