Batman (parêzgeh)
parêzgehekê Tirkiye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Batman (bi tirkî: Batman) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve hundirî sinorên Komara Tirkiyeyê. Serbajarê parêzgehê Êlih e. Pirraniya xelkê parêzgehê kurd in.
Agahiyên Praktîk Welat, Dûgel ...
Parêzgeha Batmanê | |
Koda parêzgehê: 72 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Êlih |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 485.616 kes |
Rûerd | 4.659 km2 |
Berbelavî | 104,2 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 6 navçe |
Hejmara bajarokan | 12 bajarok |
Hejmara gundan | 271 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
Bigre
Li bakur parêzgeha Mûşê, li rojava parêzgeha Amedê, li rojhilatê parêzgehên Bêdîs û Sêrtê û li başûr jî Mêrdîn dikeve. Navê wê ji çemê Batmanê hatiye girtin. Paytexta parêzgehê bajarê Êlih e, ku bajarê herî mezin ê parêzgehê ye.