Basketbol
From Wikipedia, the free encyclopedia
Basketbol cure werzişeke gogê ye ku pirranî li salonên dadayî û bi du tîman (yaneyan) tê lîstin. Werzîşkar hewl didin gogê di sepeta 3,05 m li jorê ye re derbas bikin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/8b/Ramon_Sessions_Gilbert_Arenas_MIL_vs_WAS.jpg/640px-Ramon_Sessions_Gilbert_Arenas_MIL_vs_WAS.jpg)
Yaneyek ji pênc lîstikvanên holê û heya heft lîstikvanên cîhgir (rezerv) pêk tê. Pûan, li gorî dûrayiya ji sepetê du an sê tên hesabkirin. Avêtineke serbest a biserketî, yek pûan e. Pêşbazî li ser pûanan e û kîjan tîmê pûana zêde girt, biserdikeve.
Deranderê basketbolê bi navê James Naismith kesekî ye ku sala 1891'ê ev werziş saz kiriye. Naismith ji kevnexwediyên parzemîna Amerîkayê çermesoran îlham girtiye.