![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/28/Montage_of_Baku_2019.jpg/640px-Montage_of_Baku_2019.jpg&w=640&q=50)
Bakû
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bakû (bi azerî: Bakı, bi rûsî: Баку, lat. Baku) paytext û bajarê herî mezin ê Azerbaycanê ye ku mezintirîn bajarê li ser Deryaya Qezwînê û li herêma Qafkasyayê ye. Bilindahiya bajêr 28 mêtre di bin asta deryayê de ye ku ev yek Bakûyê wekê paytexta neteweyî ya herî nizm li cîhanê destnîşan dike û di heman demê de bajarê herî mezin ê cîhanê ye ku di bin asta deryayê de ye. Bakû li peravê başûrê Nîvgirava Abşeronê li ser Gola Bakûyê hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2020an nifûsa navenda bajêr 2,2 milyon kes û nifûsa herêma metro ya bajêr 5,1 milyon kes hatiye tomarkirin. Bakû bajarê sereke yê Azerbaycanê ye ku bajar yekane metropola welat e û bi qasî 25% ji hemî niştecihên welêt li herêma metropola Bakûyê dijîn.
Bakû
| |
---|---|
| |
Bakı ![]() | |
![]() | |
Bakû li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 40°21′59.96″Bk 49°50′6.66″Rh | |
Dewlet | Împeratoriya Rûsî, Transcaucasian Commissariat, Transcaucasian Democratic Federative Republic, Azerbaijan Democratic Republic, Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbaycanê, Azerbaycan ![]() |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 1an ![]() |
Îdarî | |
• Şaredar | Eldar Azizov (New Azerbaijan Party, 2018–) ![]() |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 2140 km2 (830 sq mi) |
Bilindahî | -28 m (−92 ft) |
Nifûs | 2.300.500 (2021) ![]() |
Demonîm | bakuyî |
Dem | |
Koda telefonê | 12 ![]() |
Plakaya erebeyê | 10, 90, 99 ![]() |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Bajêr ji duwanzdeh herêmên îdarî û ji 48 qezayê pêk tê. Di nav van de navçeyan de, navçeyên li giravên Arşîpela Bakûyê û her weha wargeha pîşesazî ya Neft Daşları ku li ser bîrên neftê hatiye avakirin ku 60 kîlomêtre dûrî bajarê Bakûyê li Deryaya Xezerê de ye hene. Bajarê kevin ku Qesra Şîrwanşahan û Birca Keçikê tê de ye, di sala 2000an de wekî Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê hatiye diyarkirin.
Bajêr navenda zanistî, çandî û pîşesazî ya Azerbaycanê ye. Navendên îdariyên gelek saziyên Azerbaycanê yên mezin li bajêr e. Bakû bi bayên xwe yên dijwar navdar e ku di navê Bakûyê tê wate "Bajarê Bayê".