![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/88/Bright_red_tomato_and_cross_section02.jpg/640px-Bright_red_tomato_and_cross_section02.jpg&w=640&q=50)
Bacansork
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bacana sor, bacansork, fireng (Solanum lycopersicum), fêkiyek e. Di çîna Solanum a famîleya dendûreşkan (Solanaceae) de cih digire. Berên firengan sifte yên kesk in. Firengê kesk dibin tirşîn. Paşê sor dibin. Firengê sor, ter sifte, dibin aqît an merge, di xwarin û seleteyan da tê bikaranîn.
Agahiyên Praktîk Bacana sor, Dabeşandina zanistî ...
Bacana sor | |
---|---|
![]() | |
Full and cross-section of a ripe supermarket tomato | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Binecîhan: | Tracheobionta |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Bineçîn: | Asteridae |
Kom: | Solanales |
Famîle: | Solanaceae |
Cins: | Solanum |
Cure: | S. lycopersicum |
Navê zanistî yê latînî | |
Solanum lycopersicum L. | |
Hevwate | |
Lycopersicon lycopersicum |
Bigre
Fireng riwekeke biharê ye. Sewê ku di zivistanê da jî firengan bikarbînin, firengên bejî hişk dikin. Li Kurdistanê çend cureyên xwe hene.
Bi qasî 2500 cureyên fringiyê hatine hejmartin û tomarkirin. Li Kurdistanê çandiniya hinekan tê kirin. Lê ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebatekê nehatiye kirin, bikategorîkirina wan jî dijwar e.
- Firenga bejî: fêkiyên çirtik çirtikî dibin û pirr gir nabin. Tamê xwe yên mize (tirşoqî) ne.
- Firengê avî: wek firengê bejî ne lê fêkiyên xwe pir jê girtir dibin.
- Firenga dolmeyan: (bi îngilîzî: plum tomato) Fêkiyên xwe drûjnik dibin.
- Cirtetan: (bi îngilîzî: cherry tomato) berên xwe biçûk wek gêlyazan dibin.