BMW
BMW (Bayerische Motoren Werke AG - Fabrîkên Motorê yên Bayernê PH/Pardarîya Hevpişk) fîrmayeke alman e ku hilberîna otomobîl, motor, motorçerxe û duçerxeyan dike. / From Wikipedia, the free encyclopedia
BMW (Bayerische Motoren Werke AG - Fabrîkên Motorê yên Bayernê PH/Pardariya Hevpişk) fîrmayeke alman e ku hilberîna otomobîl, motor, motorsiklet û duçerxeyan dike.
BMW | |
---|---|
Logoya BMW | |
Dirûşm: The Ultimate Driving Machine | |
Dewlet | Almanya |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Serok | |
Cihê baregehê | |
Xelat | |
Pêk tê ji | |
Hj. karkeran | 149.475 |
Yekûna malûmilkê | 228.034.000.000 Euro (2019) |
Nimreya telefonê | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
BMW herwiha xwediyê fîrmayên Mini û Rolls-Royceê ye. Zêdetirî 100 hezar kes di van fîrmayan de dixebitin. Ciroya sala 2007ê 56,018 milyar € ye. BI markaya BMWê heman salê hilberîna 1.302.774 otomobîlê, bi giştî jî 1.541.503 otomobîlê hatiye kirin. Dîsa heman salê hilberîna 103.396 motorsikletê hatiye kirin. Zimanê fermî yê fîrmayê îngilîzî û bengewazî jî 'sheer driving pleasure' (kêfa ajotinê ya rastîn) e.
Fîrma sala 1913yê ji aliyê Karl Friedrich Rapp li Münchenê hatiye damezirandin. Dalên pêşîn tenê hilberîna motorên balafiran hatiye kirin, sala 1928ê bi kirrîna Fahrzeugtechnik Eisenach A.G.yê ve dest bi çêkirina otomobîlan jî kirine. Sala 1929ê bi otomobîla 3/15 PSyê derketine bazarê.
Di şerê cîhanê yê duyem de fabrîkên wê hatine rûxandin, heya sala 1948ê ku motorsikletên erzan çêbikin, li ser karê hilberîna alavên pêjgeh û baxçevaniyê rawestiyane. Di salên 1960î de di bazarê de ji xwe re cih çêkirine.
Ji ber ku berê hilberîna motorên firokeyan dikirin, amblema fîrmayê de şîn rengê esmanê, spî jî baskên firokeyê temsîl dikin. Herwiha ev reng ên Bayernê ne jî. Ango di ala federedewleta Bayernê de spî û şîn hebe.