Bûyera Kerbelayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Bûyera Kerbela, yan jî Komkujiya Kerbelayê, di sala 680an (Hîcrî 61, 10 Muharrem) de di navbera artêşek biçûk ya neviyê Muhemmed pêxember, Huseyn bîn Elî û artêşa xelîfeyê dewleta Emewiya Yezîd de qewimiye.[1]
Kuştina Hûseyin ku kurê keça Mihemed Fatima û kurê pismamê Mihemed Elî ye, her sal di roja Aşûrayê de ji aliyê Şîeyan ve tê bîranîn. Ji aliyê din ve sunnî van rojan bi nimêj û mewlîdê derbas dikin jiber ku aliyê sunî şîngirtinê rast nabînin.[2]