From Wikipedia, the free encyclopedia
Antîoxos I Teos (nav bi tunî bi yewnaniya kevn: Ἀντίοχος ὁ Θεὸς Δίκαιος Ἐπιφανής Φιλορωμαῖος Φιλέλλην, lat. Antíokhos ho Theós Díkaios Epiphanḗs Philorhṓmaios Philhéllēn; di 69 de heta 40 b.z. key bû), yek ji keyên keyaniya helenîstîk Komagênêyê li Kurdistanê, li başûrê rojhelat Tirkiyeyê demizrandî bû.
Antîoxos I Teos | |
---|---|
Jidayikbûn | 86 b.z. |
Mirin | 38 b.z. |
Cihê goristanê | Çiyayê Bêllî |
Hevwelatî | Komagene |
Meqam | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav |
|
Malbat | xanedana Orontî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Antîoxos lawê Mîtrîdatês I û dotmîra seleukî Laodikê bû. Va zewiciya navbera Laodikê û Mîtrîdatês de ji aliyê Mîtrîdatês ji bo aşitiya navbera Komagênê û împeratoriya Seleukî de dewam kirin bike, hatî bû kirin.
Antîoxos bawera formeke helenîstîk ya dînê Zerdeşt dikir. Keyên Komagênêyê bawerî hem bi xwedawendên yewnan him jî bi yên persan dianîn. Bawera wan panteon(têkel)a xwedawendên faris û yewnan bû.
Antîoxos perestgehek li ser çiyayê Nemrûd çêkirî bû. Li ser wir peykerê êzîdokên pers û yewnan hebûn. Ew demeke dirêj bîr bûbû, lê di 1883an de ji aliyê arkeologekî alman ê bi navê Karl Sester hat dîtin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.