![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/fa/Anne-Marie-4250_%2528cropped%2529.jpg/640px-Anne-Marie-4250_%2528cropped%2529.jpg&w=640&q=50)
Anne-Marie
Stranbêj a Brîtanî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Anne-Marie Rose Nicholson (jdb. 7ê nîsana 1991, Essex, Brîtanya), stranbêj û strannivîseke navdar a brîtanî ye. Anna-Marie li ser lîsteya stranan Keyaniya Yekbûyî ya Chart Singles UK de bi stranên xwe yê "Rockabye" derketiye rêza yekem û di heman demê de sitranên wê yên bi navê "Alarm", "Ciao Adios", "Friends", "2002", "Oynatma" ve "Kiss My (Uh-Oh)" di heman lîsteyê de cih girtine. Albûma wê ya pêşîn a stûdyoyê, "Speak Your Mind" ku di sala 2018an de hatiye derxistin di rêza sêyem a lîsteya UK Albums Chart a Keyaniya Yekbûyî de cihê xwe girtiye.
Anne-Marie ji bo Xelatên Brit 2019an ji bo çar xelatan bûye berendam ku di nav de berendamiya xelata hûnermenda solo ya jin a brîtanî ya herî baş heye. Heya niha ji bo deh Xelatên Brit û ji bo Xelata Muzîkê ya Billboard û Xelata Grammy jî bûye berendam.