Aboriya Japonê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Aboriya Japonê, aboriya bazara serbest a gelek pêşketî ye.[1] Li gori GDP Nominal (Dahatûya Naxweyî ya Nesade ya Nomînal) sêyemîn aboriya heri mezin e û li gorî PPP (Parîteya Hêza Kirînê) çaremîn e li dinyayê [2][3] û her wiha duyemîn aboriya pêşketî ya herî mezin a dinyayê ye. [4] Dewleta Japonê endamê G7 û G20ê ye. Li gorî Fona Pereyî ya Navneteweyî (IMF) Dahatûya Naxweyiya Nesade ya serane ya vê dewletê di 2016an de 38,937 bû.[5]
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (gulan 2024) |
Japon, li dinyayê sêyemîn dewleta herî mezin a hilberînerê otomobîlan e,[6] xwediyê endustriya tiştên elektronîk a herî mezin e û li gorî patentên gerdûnî, yek ji dewletên sereke yên herî nûger e. Ji ber reqabeta Çîn û Koreya Başûr a roj bi roj zêde dibe,[7] Japon bala xwe ya ser sektora hilberandina teknolojîk zivirandine aliyê teknolojiya bilind û tiştên bihêja yên wek alavên optîkal, wesayîtên hîbrîd û amûrên robotîk.
Japon, bi pirranî li ticareta salane nirxê zêdek dide û li veberanîna navneteweyî xwediyê nirxê zêdek e. Ji 2010an ve Japon xwediyê 13.7% (15.2 trîlyon dolar) ê dewlemendiya finansî (li dinyayê sêyemîn) ya taybetî ya dinyayê ye[8]. Ji 2017an ve, 51 şîrketên Fortune Global 500ê girêdayî Japonê ne. Sêyemîn aboriya herî mezin a dinyayê ye.
Pêşketinên aborî yên piştî 1960an, di deh salan de, mezinbûna bi lez a wek mûcizeya ekonomik a piştî-şer a Japonî hatiye binavkirin dest pê kiriye. Bi rêberiya Wezareta Aborî, Bazirganî û Endustrîyê, bi rêjeyên 10% di salên 1960an, 5% di salên 1970yan û 4% di salên 1980yan de, dewleta Japon kariye ku heta 2010an bi awayek berdewam bibe duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê, ku 2010an de Komara Gel a Çînê ew bihurandiye. Piştî 1990an, dahatûya serane ya Japonê gelek dewletên rojavayi re wekhev bûye an jî bihurandiye.