A Tale of Two Cities (pirtûk)
From Wikipedia, the free encyclopedia
A Tale of Two Cities ("Çîroka du bajaran"), romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser çendîn bûyer e ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nav berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.[1]
A Tale of Two Cities
| |
---|---|
Welat | |
Ziman | Inglîzî |
Dema weşandinê | 1859 |
Nivîskar | |
Wêneçêker | |
Weşanxane | |
Cure | Roman |
Şêwe | Honaka dîrokî û social problem fiction |
Cihê çîrokê | |
Rêza yekem | |
It was the best of times, it was the worst of times, it was the age of wisdom, it was the age of foolishness, it was the epoch of belief, it was the epoch of incredulity, it was the season of Light, it was the season of Darkness, it was the spring of hope, it was the winter of despair. | |
Rêza dawî | |
It is a far, far better thing that I do, than I have ever done; it is a far, far better rest that I go to than I have ever known. | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk ên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civaka wê demê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî fransî be jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û li ber bindestan e lê ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e lê ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.