From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerab an jî di mîtolojiya kurdî wek şorav, xwînî, wîn tê naskirin (bi latînî: vinum) vexwarineke alkolîk e ku ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin û li Kurdistan û Anatolyayê ji demên gelek kevnare tê çêkirin.[1][2][3][4][5][6]
Şerab | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.
Şerab ji latînî (vino, vinum) derbasî zimanên rojavayî bûye. Tê texmînkirin ku cara pêşîn di sefera Îskenderê Mezin a berî Hindistanê de Ewropayiyan şerab dîtine û birine wir. Vin (bilêvkirina kurdî: vîn), gorî hin zanyaran ji bêjeya gwini (wekî xwînê) ya gurcî derketiye.[çavkanî hewce ye]
Bi hatina ereb û îslamê wekî huner, muzîk, wênesaziyê alkol û şerab jî hatiye qedexekirin. Bi texmînî bêjeya şerab ji demê şûnde wekî macazî ketiye zimanê kurdî û zimanên din ên îraniyan (lewra ew jî pirranî ola îslamê dihewînin).[çavkanî hewce ye]
Li gorî zaniyaran, bi taybetî li herêmên wekî Kurdistanê[1][2][3][4][5][6] û bi giştî li deverên Hîvika Derametbar di sedsala 6'em a beriya zayînê de hatiye çêkirin. Ji bo vê yekê texmîn dikin ku dibe ku destpêka çêkirina şeraban li vê herêmê be; wekî din, navê tiriyê di gelek zimanan de wekî bi zimanê kurdî ye. Ji ber ku şorîn e, di çanda devkî ya kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin.[çavkanî hewce ye] Di zimanên îranî yên kevn de ab (av) e.
Dîsa di şarezayiya Misirê û ya Yewnanistana kevnare de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola xristiyaniyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola zerdeştiyê, elewîtîyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.
Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê faris Omer Xeyam ji bîr neke.
Piştî belavbûna ola îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.