Şerê gerîlayî
şer / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerê gerîlayî yan jî gerîla, (peyva gerîla ji zimanê spanî guerilla bi wateya "şerê biçûk") şêweyek şer e ku tê de komên piçûk ên şervanan ku wekî sivîlên çekdar, yan jî şervanên perwerdehkirî bi taktîkên leşkerî, sabotaj, serdegirtin û taktîkên lêdan-revanê tê bikaranîn. Taktîkên şerê gerîlayî di dîrokê de ji aliyê rêxistinên cuda ve hatiye bikaranîn û bi taybetî ji aliyê tevgerên şoreşgerî û berxwedana gelên ku li dijî artêşên dagirker yan jî artêşên ku dagirkeran ve girêdayî ye, hatiye bikaranîn.
Her çiqas şerê gerîlayan di sedsala 19an de di çarçoveya Şerê Nîvgiravê de têgîna "şerê gerîla" terketibe holê jî, rêbazên taktîkî yên şerê gerîlayî demekî dirêj e ku hatiye bikaranîn. Di sedsala 6an a b.z. de, di hunera şer de bikaranîna taktîkên bi şêwaza gerîlayî ji aliyê Sun Tzu ve hatiye pêşniyar kirin. Generalê romayî yê sedsala 3an a b.z. Quintus Fabius Maximus Verrucosus jî bi dahînanên gelek taktîkên şerê gerîlayê bi rêya ku îro jê re Stratejiya Fabian tê gotin, tê naskirin.
Di dîroka Kurdistanê de şerê gerîlayî xwedî dîrokeke girîng e. Rêxistinên gerîlayên Kurdistanê di sedsala 19an de li hemberî împeratoriyên cûrbecûrên ku Kurdistanê dagirkirine di dîrokên cûrbecûr de şer kirin e.[1] Rêxistinên gerîlayên ku di sedsala 19an û sedsala 20an de çalak in Hêzên Parastina Gel (HPG) e ku bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ve girêdayî ye.[2] Hêzeke dinê rêxistinên gerîlayên kurd Partiya Jiyan Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ku niha nema çalak e.