From Wikipedia, the free encyclopedia
Şemzînan (bi tirkî, Şemdinli) yek ji navçeyên Colemêrgê ye. Navê navenda bajêr Nawşar e.
Şemzînan | |
---|---|
Şemdinli | |
Koordînat: 37°18′21″Bk 44°34′26″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Hekarî |
Serbajar | Şemzînan |
Îdarî | |
• Qeymeqam | Mesut Gençtürk |
Hejmara nahiyeyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 22 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.661 km2 (641 sq mi) |
Bilindahî | 1.400 m (4600 ft) |
Nifûs (2008) | 52.779 |
• Berbelavî | 31,8/km2 (82/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 13.081 |
Koda postayê | 30800 |
Koda telefonê | (+90) 438 |
biguhêre |
Ew herême bi navêt Şemzîna û Şemdîna jî yê hatiye gotin û baskirin lê belê navê wêderê li eslê da Şemsdîna ye.[çavkanî hewce ye] Kurd herweto carcar dibêjne wê navçê Navçiya û dibêjine bajêrê wê Navşar.
Tewawî kitêbêt berê Şemzînan bi navê Şemsdîna, yêt naskirine, bo nimune li kitêba Mîr Şerefxanê Bitlîsî, Şerefname, yan li kitêba W. A. Wigram The cradle of mankind, life in eastern Kurdistan. Nimûneyek dî, xirîteya Şemsdîna ye, ku ingilîsiya li duwahiya sedsalêt 19ê zayînî yê çêkiri û navê Şemsdîna yê bikar înaye.
Şêx Ubeydulayê Nehrî, yê navdar, li dîwana helbestêt xwe da bi farisî yê nîvîsî:[çavkanî hewce ye]
“ | Ism ”Şemsedîn” der esl nehad / Şod bi “Şemzîn“ mosteşar bêyinûl’ebad
Hest “Şemsedîn“ nami naḧiyeh / Ḧeq bidared ez mezalim naḧiyeh |
” |
Yanî navê wê navçê li eslê xwe da Şemsedîn danabûn lê belê nav xelkê bi Şemzîna dihête gotin û bi wi navî navûdeng yê bûye.
Hem Nikitin û hem jî Mînorskî navê Şemdînan yê bikar anîne.
Vasîlî Nîkîtîn (Basile Petrovich Nikitine) li kitêba xweda, bi navê Kurd û Kurdistan, (wergêrê farisî, Mihemed Qazî) yê nivîsî, ku damezrênerê binemala Begzada (Beyzadêt Hekarî, Amêdiyê, Kilîsê, Şemzîna û Tergewerê) mêrek bûye bi navê Mîr Şemsedîn, ku Şemsdîna bi navê wi Mîr Şemsedîni yê hatiye navkirin.
Ewê binemalê, yanî Beyzada, heta dewrê Şêx Ubeydela li Şemsdîna hikûm dikirin. Dewrê Şêx Ubeydela li sala 1870ê zayînî qawet kete destê Seyîdêt Nehriyê.
Nehrî heta sala 1930ê zayînî navenda Şemsdîna bûye, ku paşi hingî Navşar binavê Şemzîna (Şemdînlî) yê bûye navenda Şemsdîna.
Li Şemsdîna çar eşîr dijîn: Begzade (li gel Bayî û Mela Bemboyî), Herkî, Gerdî û Zerza. Dewrê mîretiyê sê binamalêt Begzade (Musabegî, Bênturî û Şêxanî) her salê yêk dibû mîr. Mîri desteyek çekdarêt taybetî hebûye, ku digotinê Xunxor.
Gundên navendî | Mezre (gundên girêdayî) |
---|---|
Bêtkar | Bezeno |
Bentûr | Dînarte, Demar, Kolîta |
Bayê | - |
Bêmbo | Meydan, Deravî, Raşîdan |
Bedevî | - |
Bêdav | Deh |
Dêman | Melyan, Helankê, Mîrava, Nîksa, Tîsê |
Evlîyan | Rûyan |
Gare | Masîro, Şavûte, Kelyaşîn, Meleyan |
Gûlankê | Soranser, Spîndarok, Alkeva, Balekan, Dûrê, Harûna, Aşağı Korgan, Çevre, Üzümkıran, Yukarı Korgan, Kanîrihan, Talê |
Helane | - |
Herkî | Zîzan |
Kelaşk | Nêrkole, Kadana, Gîman, Kepenekyan, Xezne, Bêbab, Nêrkol, Mezre, Girkê, Çemê Sofî Welî, Nêrkolana Jorî, Şêxan, Feqîyan |
Katûne | Ballı, Xosrava, Şikeftan, Zêrik, Zêvkan, Kûle, Katûna Jorî |
Mezre | Bêgoza Jêrî, Bêgoza Jorî, Sersilte, Tevsiyan, Kelêtan, Çem |
Nehrî | Bêşemsî, Bêxirdî, Bemlate, Tûrî, Beyteran, Navrezan, Rûbûnis, Tuva, Kerketî |
Nêrdoş | Bîyahole, Sêvê, Kola, Tûyê, Tûya Jêrî |
Nûxeylan | Bêzelê, Gûlkan |
Salaran | Yukarı Yaylapınar, Spîndarê, Bêzelan, Dûyî, Derûkî |
Sûrûnis | Derbanî, Derya |
Şepetan | Sararo, Meydan, Elde, Dereboyu |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.