Gelên îranî, komeke etno-lenguîstîk a hind û ewropî ye ku bi zimanên curbicur ên hind û îranî diaxivin. Di vê komê de gelên wek kurd, belûç, gilak, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, fars, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene. Belavbûna vê komê li ser deşta Îranê ji Çiyayên Hindokûşê heta Anatolyaya Navîn û ji Asya Navendî heta Kendava Besreyê belav bûne. Proto-Îranî di nîveka hezarsala duyem b.z. de wek şaxeke cuda yên hind û îranî derketine holê. Di serdemên xwe yê pêşketine de di hezarsala yekem b.z. de, axa gelên îranî li seranserê Deşta Avrasyayê, ji Deşta Mecaristana Mezin li aliyê rojava heta Deşta Ordosê li aliyê rojhilat ve jî heta Deşta Îranê berfireh bûye.
Di nav gelên îranî yên îro de gelên wekî belûç, gilak, kurd, mazenderanî, oset, pamirî, peştûn, fars, tat, tacîk, taliş, waxî û yagnobî hene.(zêdetir...)