![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/c6/MountArarat.jpg/640px-MountArarat.jpg&w=640&q=50)
Çiyayê Agirî
çiyayekî agirî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Çiyayê Agirî, Grîdax, Glîdax berê bi Koşaxî an Çiyayê Şaxî jî hatiye binavkirin, çiyayekî ji cûreya stratovolkanane ku di çar qonaxên çalakiyên volkanîk de û di encama teqînên volkanîk û herikînên lavên volkanîk bilind bûye. Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye ku ji du konên volkanîk ên mezin ên agiriya mezin û ji agiriya biçûk pêk tên. Bilindahiya agiriya mezin 5137 mêtre ye ku lûtkeya herî bilind ê erdnîgariya Kurdistanê ye û bilindahiya agiriya biçûk 3896 mêtre ye.[1] Li ser rast a erdê berfirehî ya girseya Çiyayê Agiriyê bi qasî 35 kîlomêtre berfireh e. Yekem hewldanên tomarkirî yên ji bo gihîştina lûtkeya Agiriyê di Serdema Navîn de pêk hatiye ku Friedrich Parrot, Khachatur Abovian û çar kesên din di sala 1829an de yekem hilkişîna tomarkirî pêk anîne.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4a/Disambig_grey.svg/20px-Disambig_grey.svg.png)
Çiyayê Agirî Արարատ Ararat | |
---|---|
![]() Çiyayê Agirî | |
Bilindayî | 5.137 m |
Cih | Bazîd, Agirî, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
Zincîreçiya | Qefqaz |
Koordînat | 39°42′7″Bk 44°17′50″Rh |
Nexşeya cihan Agirî#Bakurê Kurdistanê#Rojhilata Navîn
| |
Cure | Stratovolkan |
Çalakbûna dawî | Tîrmeha 1840 |
Tevî ku pirtûka destpêkirin 8:4 nebêje jî, ji ber ku "Çiyayên Agiriyê" di Încîlê de wekî cihê rûniştina Keştiya Nûh hatiye binavkirin, li Ewropayê, çiya ji Serdema Navîn ve bi navê Araratê hatiye binavkirin.