Çerxa felekê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Çerxa Felekê an Çembera Bircan ango Nîşanstêrk çembereka bi parvekirina eklîptîka(rêgeha rojê ya di ezmên de ya saleke gerra xwe temam dike ye) 12 parên wekhev re dertê holê ye. Mîna rojê, rêgeha gerrstêrkên din û ya hîvê jî li nêzî rêgeha rojê, eklîptîk, li ser çerxa felekê dikeve. Dema dinê dor rojê re viz dibe, gorî nihêrîna merîv, roj di rêgeha xwe, eklîptîk, de hereket dike. Lê birastî ya hereket dike dinê ye. Gorî nihêrîna merîv, roj di çerxa felekê de her roj dereceyeke hereket dike û bi temamkirina di saleke de ye 360 dereceyan re, li dehûdu Nîşanstêrkên çerxa feleke digere.