Wan
bajarekî Tirkiye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wan, yek ji bajarên herî mezinên Bakurê Kurdistanê ye ku li ser perava Gola Wanê hatiye avakirin.
Ev gotar ser bajarê û navçeya Wanê ye. Ji bo parêzgeh, li Parêzgeha Wanê binêre.
Agahiyên Praktîk Welat, Dewlet ...
Wan | |
---|---|
Van | |
Koordînat: 38°30′13″Bk 43°23′44″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan (parêzgeh) |
Serbajar | Wan |
Hejmara nahiyeyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 91 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 20.921 km2 (8078 sq mi) |
Bilindahî | 1.725 m (5659 ft) |
Nifûs (2015) | |
• Berbelavî | 53/km2 (140/sq mi) |
• Serbajar (2022) | 1.141.015 |
Koda postayê | 65xxx |
Koda telefonê | (+90) 432 |
biguhêre |
Bigre
Mirov ji Wanê ji ser rêya Payîzava û Elbakê re xwe digihine Gever û Colemêrgê. Her wiha ji ser rêya Geverê ya dewletê re jî mirov dikare xwe bigihîne Îranê. Termînala otobûsan bi qasî 4 km’yan dûrî navendê ye. Çûyîn û hatin bi rêya mînîbûsan pêk tê.
Îstgeha trênê bi qasî 5 km’yan ji bajêr dûr e. Çûyîn û hatina ji bo trênê bi mînîbusan pêk tê. Balafirgeh jî 7 km’yan ji navenda bajêr dûr e. Çûyîn û hatin bi mînîbûsan û serwîsa saziya THY’ê pêk tê.