Pêjgeha Bosniya û Herzegovînayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêjgeha Bosniya Herzegovînayê ji xwarin, vexwarinên vî welatî, cure û awayên van xwarin-vexwarinan re tê gotin. Pêjgeha Bosniya û Herzegovînayê şaxek ji pêjgeha balkanî ye, gelek di bin bandora xwarinên Anatoliyayê de maye.
Pirr dijwar e ki mirov behsa taybetiyên xwarinên vî welatî bike lewra ti cudatî ji yên herêmê nîne. Bosniyayî çi ji aliyê etnîkî, çi ziman û kûltûrê ve parek ji slavan in, bi taybetî slavên başûrê ne (yûgoslavya). Tenê di dema Osmanîyan de bûne misilman, bandora romî (tirk), ereban çêbûye li ser wan.