Kendava Farsê
Kendava Farse / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kendava Farsê (bi farisî خلیج فارس, Khalîf-e Fars; bi înglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Deryaya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebistanê û Îranê. Rûberê wê 233.000 kîlometreyên çargoşe ne. Ji aliyê rojhilatê bi rêya Tengava Hurmiz digehit deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî. Li aliyê rojava digehit dêlta ya rûbarê Ervendrod anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dîcle, Firat û Karûn pêk dihêt.
Tevaya beravên bakurî ya Kendava Farsê welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî hevsiyên Kendavê ne.