Hollywood
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hollywood, herêmeke bajarê Los Angeles a Kalîforniyaya Dewletên Yekbûyî ye. Herêm li bakurê rojavayê navenda bajarê Los Angelesê cih digire. Hollywood, ji ber berhevdana studyoyên sînemayê û jibo xaniyên stêrkên fîlimê li vê herêmê ye, li hemî cîhanê wek wargehek sînemayê tê dîtin. Hollywood bi vê rengê cihekî bi nav û deng e.
Herêm, bi studyoyên şanoyê xwe û jiber ku navenda komên mezin ên fîlimê ye navdar e. Di sala 1911an de, yekemîn studyoya fîlimê Nestor Studios bû ev stûdyo li herêma Hollywoodê bicîh bû. Bi metonîmî, peyva Hollywood gelek caran pîşesaziya fîlimê ya Amerîkî wekî tevahî tê navnîş kirin.