Guillaume Apollinaire
Helbestvanê Fransî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Guillaume Apollinaire ( 26ê tebaxa 1880 Roma, Îtalya - 9ê kanûna pêşîn a 1918 Parîs, Fransa) Helbestvan û Rexnegîrê Fransî ku bi eslê xwe îtalyan e. Nûnerê herka kubîzm, dadaîzm, surrealîzm a ku di serê sedsala 20î de dest pê kirine. Û navbavikê surrealîzmê û orfîzmê ye.
Guillaume Apollinaire | |
---|---|
Jidayikbûn | 26 tebax 1880 |
Mirin | 9 çiriya paşîn 1918 Parîs |
Sedema mirinê | Arsima spanyolî (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | goristana Père-Lachaise |
Hevwelatî | Fransa (1916–) |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Hevjîn | |
Partner | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Navê wî yê rastî Wilhelm Apollinaris de Kostrowitsky e, di sala 1880 de li Romayê çêbû ye, bavê wî îtalyan, dêya wî polonî ye. Li Collège Saint-Charlesa ku li Monacoyê ye hîndekarîya franskî dît. Di 1902an de li Parîsê bicîbû. Li Cannes û li Niceyê li çend dibistanan hindekariya xwe domand. Di 1903'yan de kovara ku navê wê Le Festin d'Esope ye derxist.
Li Fransayê bi Pablo Picasso û bi André Derain re hevnasînek wî pêk hat. Çû Rhinelanda Elmanyayê û li wêderê demekê mamostetî kir. Di van salan de helbestên wî di nav helbesta fransî ya nûjen de cî digirt.
Di salên pêş de kubîzma ku di wêneyê de dest pê kiribû wî di wêjeyê de nexasim di helbestê debikaranî û bi hawî jî surrealîzm jî pejirand.
Nivîsên xwe yên di warê lêkolînê de yekem û helbestên xwe tevlî gravurên hinek wênesazan weşand. Di sala 1913an de ji helbesta 15 salên dawî bi navê Alcools neqîneyek weşand. Ji kubîzmê veqetiya û herka orfîzmê ya ku pêşengiya wê ew bixwe kir pejirand.
Apollinaire, di Şerê Cîhanê yê yekem de ji serê xwe brînek gran girt û di sala 1918an de li Parîsê ji şewbê mir.