Cizîr
navçeyeke Şirnexê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Cizîr (1928: جزره[1] Cizre, 1946: Cizre[2], bi tirkî: Cizre), navçeyeke bi ser bajarê Şirnexê ce ye ku bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke "Bajerê Nebî Nuh" jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê diçê. Ji hûrî û mîtanîyan re navendetîtî kir.
Cizîr
Cizîra Botan | |
---|---|
Cizre | |
Koordînat: 37°18′Bk 42°12′Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara taxan | 12 tax |
Hejmara gundan | 43 gund |
Hejmara mezrayan | 3 mezra |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 468 km2 (181 sq mi) |
Nifûs | |
• Serbajar | 155.757 |
Koda postayê | 73200 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Ji wê deme wan pêde êdî ku Başûr rojavayê Kurdistanê ji di nav de weke herême Botanê hate binavkirin. Sînorê wê demekê Riha ji kiriye nav xwe de. Ev, di deme hûrî û mîtaniyan de bû. Piştre ji wilo berdewam kir. Ev bajarê Kurdistanê, di civakbûn û pêşketina Kurdistanê de xwediyê weyneke pir mezin û girîng e.
Gelhe û Demokrafî, Navenda Cizîre, 153.142 Tewahiya bajar û gond Kurd in