Anatolyaya navîn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Anatolyaya Navîn herêmeke erdnîgarî ye ku di nav sinorên Tirkiyeyê ya niha û di nav erdnîgariya navîn a Anatolyayê de ye. Li gel bajarê paytext Enqere bajarên mezinên wekê Qonye û Qeyserî di nav herêma Anatolyaya Navîn de ye.[1][2] Li gorî dabeşkirina îro rûbera herêma Anatolyaya navîn 151.000 km² ye.[1]
Li qadeke berfirehê Anatolyaya navîn ku li ser deşteke berfirehê di navbera parêzgehên wekê Qonye, Enqere, Axsere, Qirşehîr û Afyonê hatiye dabeşkirin Kurdên Anatolyayê dijîn.
Çemê Kizilirmakê (çemê sor) û çiyayên wekê Çiyayê Erciyesê, Çiyayê Hesena li vê herêmê ye û herêma geştiyarî û herêma dîrokî ya Kapadokyayê ku beşa herî zêde di nav sinorê parêzgeha Niğdeyê de ye li Anatolyaya navîn e.