Afrodîtê
xwedawendeke dînê Yewnanistana kevnare / From Wikipedia, the free encyclopedia
Afrodîtê, (bi yewnaniya kevn: Ἀφροδίτη, lat. Aphrodítē; bi latînî: Aphrodite) di mîtolojiya yewnanî antîk de xwedawenda evîn û xweşikiyê ye.
Aphroditê Ἀφροδίτη | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî |
Tekst | Hades |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Hêfestos |
Wekhev | |
Venus, Astartê | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Keça Ûranos e û li nêzîkî girava Kîprosê ji kefa deryayê çêbûye.[1]. Ji xwe wateya navê wê jî "ji kefê zaye" ye. Lê Homêros dibêje ku ew keça Zeus û yên Dîoneyê ye. Diya Eros e. Gelek destgirtiyên wê hene. Bo mînak Hêfestos, Arês, Adonîs hwd. Paris wê ji nava gelek xwedayan rinda rindê binavkiriye. Li ser navê wê gelek bermahiyên dîrokî hene.
Tê texmînkirin ku ew ne xwedawenda mîtolojiya yewnanî yên orjînal e. Hin taybetiyên wê nîşan dide, dibe ku ew xwedawenda Mîtolojiya fînîkî be. Ji ber ku ew ji çavkaniyên xurt de wek xwedawenda Kîprosî tê navkirin û Kîpros jî di demekê dirêj de ma di desthilatdariya Fînîkyayê. Lê beriya vê yekê jî tê texmînkirin ku ew ji efsaneyên Sumer û Babîlîyan derbasî dînê Fînîkyayîyan li wir jî derbasî dînê Yewnanistana kevnare bûye. Cara dawiyê jî di Mîtolojiya romayî de wek Venusê derket holê.